Rêxistina Aştî û Xêrxwazî ya Navdewletî û Berdevkê Hêzên 70 yê Pêşmerge bi daxuyaniyeke rojnamevanî daxuyaniyên Parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd şermezar kirin.
Rêveberê Ragihandina Rêxistina Aştî û Xêrxwazî ya Navdewletî Zîrek Ebdurehman ragihand; “Daxuyaniyên vê parlamenterê bûye sedema nîgeraniya pêşmerge û malbatên wan. Ji ber vê jî em şermezar dikin.”
Ebdurehman herwiha got; “Eger navborî daxwaza lêborînê neke, dê Rêxistina Aştî û Xêrxwazî ya Navdewletî roja duşemê (12-12-2016) li dijî wê giliya yasayî tomar bike û daxwaza belgeyên pêwîst bike.”
Berdevkê Hêzên 70 yê Pêşmerge Ehmed Letîf jî diyar kir, ku daxuyaniyên Sîrwe Ebdulwahîd hestê pêşmerge û xizzmên şehîdan birîndar kiriye û got; “Li ser daxuyaniyên vê parlamenterê em pir nîgeran in. Di rastiyê de ti rastiyeke van axaftinan nîne. Ew dibêje ku bi armanca parastina pêşmerge ev gotin kirine lê pêwîstiya pêşmerge bi parastineke wiha nîne.”
Latîf herwiha diyar kir, “Pêwîst nake parlamenterek rabe bêje bila pêşmerge here li Bexdayê meaşê xwe werbigre, ji Bexdayê re bêje meaşan neşînin, serkirdeyên kurd didizin. Ez mat dimînim ka çawa dikarin bi navê pêşmerge van gotinan bikin.”
Parlamentera Tevgera Goran Sîrwe Ebdulwahîd di bernameyeke televizyonî ya kanala Dîcle ya iraqî de sivikatî bi jinên pêşmergeyên şehîd kiribû û îdia kiribû, ku beşek ji jinên pêşmergeyan, piştî ku hevjînên wan şehîd dibin, ji ber hêjariyê ne çar dibin laşê xwe difiroşin. Ebdulwahîd herwiha îdia kiribû, ku pêşmerge gundên ereban têk didin. Rûdaw