Eşîretên Kurdî dixwazin ENKS û PYD li hev bînin.
Ji bo vê însiyatîvê eşîretên kurdî ligel, siyasetmedar û nivîskar û kesayetiyên kurd civiya û pirsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD de anî rojevê.
Di encama wê civînê de, aliyên beşdar li hev kirin ku lîjneyek were avakirin û hevdîtinan ligel PYD û ENKS pêk bîne.
Di wê însiyatêvê de hatiye ku, hemleyên ragihandinê di navbera her du aliyan de werin rawestandin, girtiyên siyasî serbest werin berdan, sembolên netewî yên Kurdan neyên îhanetkirin, xwepêşandan werin rawestandin û rêza yasayên li rojavayê Kurdistanê were girtin.