Îro sêşemî 13ê Kanûna 2016ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, çend berpirsên hikûmetê û rayedarên partiyên siyasî û herwiha çendîn lêkolîneran, Konfransa Toleranas û Pêkvejiyanê li salona Şehîd Seid Ebdullah a bajarê Hewlêrê dest pê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka axavtina xwe de şehîdên riya rizgariya Kurdistanê bi bîr anî û ragihand: “Pêwîst e em silav bo cane pakên şehîdan bişînin, ku bo hiştina canê tebayî û pêkvejiyan û parastina olan û pêkvejiyana pêkhateyên cuda, canê xwe bexşîn û me silav û rêz ji bo malbatên serbilindên wan heye.”
Nêçîrvan Barzanî di merasîma destpêkirina konfransê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Ev konfrans giringiya xwe heye derbarê nehiştina hizra tundûtîjiyê û karkirin bo xurtkirina pêkvejiyana ol û kulturên li Herêma Kurdistanê.”
Barzanî got, “Herêma Kurdistanê landik û cihê pêkvejiyana ol û mezheban e û ew jî taybetmendiya (xesleta) herî giring a Herêma Kurdistanê ye. Herwiha ew yek mînakeke zindî ya Herêma Kurdistanê ye bo dinyayê. Ezmûna serkevtî ya pêkvejiyana olî û pêkhateyan bûye sedema wê yekê ku welatên din bi giringî ve weke mînakek zindî behsa wê bikin.”
Derbarê kultura pêkvejiyan û pêşeroja Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Dema em behsa ezmûna serkevtîbûna pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê dikin, divê em vê rastiyê bizanin ku hizra tundûtîjî, gotara bîr tesk a terorê û tawanên terorîstî û cenosîd li hember olên Herêma Kurdistanê hatine kirin, bi taybet kurdên êzidî û mesîhî.”
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a gotinên xwe de dibêje: “Divê em vê rastiyê bizanin, wan tiştan bandora xirab û dudilî û bê bawerî li ser kultura pêkvejiyanê çêkirine, ew jî erkê me girantir kiriye. Ji ber wê divê ji aliyê siyasî û civakî û perwerdeyî ve em kar bikin ji bo baweriyê dirist bikin bo kultura pêkvejiyanê.”
Derbarê karkirin di vî warî de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Em tekezî dikin ku bo Mûsil a piştî DAIŞê, rêkevtina siyasî di navbera hemû aliyên Iraqê û pêkhateyên wê de pêwîst e. Çimku rizgarkirina Mûsilê ji aliyê serbazî ve hêsan e, lê belê di aliyê civakî û pêkvejiyana olan de gerek kar ji bo wê were kirin, heta niha jî ti niyeteke ciddî û nirxandineke realîte bo wê yekê nîne û xwevedizîn di vê mijarê de heye.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Rêkevtineke real û dilsozane li ser coxrafya û demografiyaya deverê ku ji hemû pêkhateyan be gelek giring e û tekane garantiya aramiyê bo deverê ye, ev jî dibe rêgir li hilbûna agirekê ku ji aliyê çendîn hzên navxweyî û derveyî ve hewla pêkirina wê tê dan. Her ji ber wê divê em hemû alî pêşwext xema wê yekê bixwun da ku rêgirî li karestan bikin.”
Derbarê şerê DIAŞê de jî, Barzanî ragihand: “Şerê DAIŞê û jinavbiirna wan tenê bi şerê serbazî nabe, belku divê em rûbirûyê hizra tundrewiyê bibin. DAIŞê hewl da desthilatên xwe berfirehtir bike, lê belê şikest xwar û herî dawîn jî nemana DAIŞê girêdayî dem e, lê belê şêwaza hizirkirina DAIŞiyan gerek were jinavbirin û hizirkirina tundrew a DAIŞê gerek were tinekirin.”
Konfrans bi hevbeşî ji aliyê Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye organîzekirin. Konfransa Tolerans û Pêkvejiyanê dê bo dema 2 rojan berdewam be.
Biryar e di heyama 2 rojên konfransê de, dê çend panêl derbarê rûbirûbûna terorê, Herêma Kurdistan piştî DAIŞê û tolerans û pêkvejiyan li Herêma Kurdistanê bêne pêşkêşkirin. Rûdaw