Şervana kurd Ciwan Palanî ya 23 salî dema li Zanîngeha Kopenhagê ji beşa Siyaset û Fesefeyê derçû biryar da li Rojhilata Navîn şerê DAIŞê bike.
Ciwan Palanî ji bo ku tevlî hêzên kurdî bibe û şerê DAIŞê bike di sala 2014an de tê Başûrê Kurdistanê û piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Ciwan di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de 6 mehan şerê DAIŞê dike û piştre dîsa vedigere Başûrê Kurdistaqnê.
Li Başûrê Kurdistanê jî Palanî tevlî Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê dibe û piştî 6 mehan bi demkî destûrê distine vedigere Danimarkayê.
Palanî dema ji bo dîtina malbata xwe vegeriya Danîmarkayê polîsan dest danî ser pasaporta wê û derketina derveyê welat lê qedexe dikin. Rûdaw