Îro di dema vekirina pêşangehekê de sefîrê Rûsya li Enqerê Andry Karlov rastî êrîşeke çekdarî hat, giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Guven li Enqerê.
Ajansa fermî ya Rûsî ragihand ku wî jiyana xwe ji dest daye.
Kesê ku êrîş kiriye, sloganên li dijî Rûsya avêtine û pişgiriya Helebê kiriye.