Serrûpel Nûçe Ronaldo ji bo zarokên Sûriyê diaxife (vîdyo)

Ronaldo ji bo zarokên Sûriyê diaxife (vîdyo)

Belav bike

 

Cristiano Ronaldo ji bo piştgiriya zarokên di encama şerê navxweyî yê Sûriyê de tûşî ziyanê hatine li ser hesabê xwe yê şexsî, li ser Instgram, Twitter û Facebookê binavê “Zarokan Biparêzin” vîdeoyek belav kir.

 

Ronaldo ragihand ku ew dê ji bo malbatên Sûriyê, xwarin, kinc û alîkariyê tendurustî û lojîstîkî pêşkêş bike.

 

Lîtikvanê Real Madrîdê  wiha dibêje: “Merheba, ev peyama min ji bo zarokên Sûriyê ye. 


Ez dizanim ku hûn êşeke mezin dikişînin. Ez lîstikvanekî fotbulê me, navdar im, lê qehremanên rastîn hûn in. Hêviya xwe wenda nekin. Hemû dinya bi we re ye. Em ji we hez dikin. Ez bi we re me, li kêleka we me.”