Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Ebdulrehman Apo ji Rûdawê re ragihand: 3 welatiyên herêma Efrînê hatin revandin û şewitandin. Ew hersê kes jî endamên (PDK-S) bûn. 4 kes jî birîndar bûn.
Apo, PYD bi şewitandina wan kesan tometbar kir û got: Termê hersê kesan jî li /Goristana Refîq/, ne li gundên wan hatin veşartin, sedema vê yekê jî ewe, li gor gotina wî, ji bo ku tu belge û dokument li pey wan nemînin û xelk bi şewtandina wan nehese.
Hesen Xelîl, birayê Izet Xelîl, ku yek ji hersê kesan e, ragihand ku hêzên ser bi PYD ve birayê wî bi zorê birin eskeriya bi zorê.
Hesen Xelîl got: Ligel Izetê Xelîl, hêzên ser bi PYD ew û pismamê wî Mihsin Xelîl û cîranekî wan bi navê Ebdo Mihemed Hebeş bi zorê birin eskeriya bi zorê. Piştre hicetek derxistin û gotin ew di encama şewata kon de şewitîne.
Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî û ENKSê ev bûyer şermezar kirin û PYD sûcdar kirin.
Li gorî heman çavkaniyan, roja Duşemê 19.12.2016 (3) endamên PDK-S ji aliyê PYD ve hatin revandin, û hatobû idîakirin ku ji ber şewitandina kon, wan hersê kesan jiyana xwe jidest dabûn.