Serrûpel Nûçe VÎDEO / Zanyariyên dawîn – Serwîn çawa şewitî?

VÎDEO / Zanyariyên dawîn – Serwîn çawa şewitî?

Belav bike

 

Ew çend roj in, ku bûyera şewitîn û wefata keça xwandekar a kurd a bi navê Serwîn Nobedar bûye rojeva saziyên medyayî û herwiha torên civakî yên li Başûrê Kurdistanê.

 

Serwîn Nobedar ku li Zaîngeha Işik a Hewlêrê xwandekar bû, çend roj berî niha di bûyereke nezelal de dişewite û piştî çend rojan, li nexweşxaneyeke Hewlêrê ji ber rêjeya zêde ya şewitînê, canê xwe ji dest dide.

 

Derbarê çawaniya bûyerê de, çendîn zanyariyên cor bi cor di medyayên Başûrê Kurdistanê û li ser torên civakî hatine belavkirin.

 

Kurmetekî Serwîn (keça 22 salî ya xelkê bajarokê Bilê ya ser bi navçeya Mêrgesorê ve) ji Rûdawê re dibêje, Servîn dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, ji wî re gotiye, wê niyeta şewitandina xwe nebûye, belku tenê xwestiye bi vê rêyê guvaşê li ser malbata xwe çê bike da ku ew bi xwe hevjînê xwe diyar bike.

 

Kurmetê Serwînê yê bi anvê Hêvîdar Dawûd ku li nexweşxaneyê biSerwîn ê re bûye, ji Rûdawê re aşkere kir, ku Servînê jê re gotiye, wê nedixwast xwe bişewitîne, belku hewl daye guvaşê bixe ser bavê xwe, da ku razî bibe, ew bi dilê xwe hevjînê xwe destnîşan bike.

 

Mamê Servînê, Erşed Ebdullah dibêje, ew û bab û birayê Servînê bi hawara Serwînê ve çûn, da ku xwe neşewitîne, lê belê ji ber ku gelek benzîn rijandibû ser bedena xwe, wan dereng karî agirê ser bedena wê vemirînin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji bo lidûvçûneke taybet serdana malbata wê keça xwandekar a kurd kir.

 

Peyamnêrê me li mala wan, çû jûra taybet a Servînê, ku di jûra wê de kitêb û kelûpelên wê hêj li cihê xwe mane. Her di jûra wê de, wêneyek tê dîtin, ku Servînê berî şewitandina xwe kişandiye û di wêneyê de keçek xuya dike, ku pişta xwe daye dunyayê.

 

Peymnêrê Rûdawê herwiha tevî bavê Servînê, Nobedar Ebdullah çû ser gora wê. Bavê Serwînê, Nobedar Ebdullah li ser gora keça xwe dest bi giriyê kir û bo vegera keça xwe hawar kir.

 

Ew dibe çend roj ku wêneyên Serwîn Nobedarê di torên civakî de bi berfirehî tên belavkirin û hezaran kes dibêjin, ku Servînê evîndarî li gel kurekê kiriye û ew kur çend caran çûye xwastina Servînê, lê bavê wê razî nebûye û piştre jî ew keç ji aliyê bavê xwe ve hatiye şewitandin, ew jî li gorî şiroveyên xelkê ku li ser torên civakî nêrînên xwe li ser bûyerê anîne ziman.

 

Bavê Serwînê, Nober Ebdullah jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got, raste ku kesek hate xwastina Servînê, lê belê wî ji keça xwe re tenê ew yek gotiye ku derfetekê bide da ku hizirên xwe bike, û tekez kir, ku wî xwasbîniya wî kurî ya ji bo Servînê red nekiribû.

 

Nobedar Ebdullah bi kelegirî ji Rûdawê re axivî û got: “Rast e, kurek hate xwastina keça in, keça min jî gelek dereng gote min. Min jî gote wê, weke erkê bavîtî, derfetekê bide min da ku ez hizrên xwe bikin, eger na min ti arîşeyek li gel keça xwe nebûye û kurê min jî şahidê wê yekê ye.”

 

Bavê Serwînê li ser axavtina xwe berdewam dibe û dibêje: “Dema ku wê pola (sinifa) 12 a amadeyiyê tevav kir, min ji keça xwe pirsî, tu ji bo xwandinê dê herî kîjan zanîngehê, ez dê cilûbergên xwe bo te bifiroşim, da ku li baştirîn zanîngehê bixwînî.”

 

Serwîn Nobedar, xelkê bajarokê Bilê ya devera Barzan a ser bi navçeua Mêrgesorê bû, ku hefteya bihorî di bûyerekê de şewitî û bo dermankirinê, ew ji bo Nexweşxaneya Hawarhatina Rojava ya Hewlêrê hat veguhastin.

 

Lê belê ji ber ku %100 bedena wê şewitîbû, piştî ku çend rojan li nexweşxaneyê ma, canê xwe ji dest da.