Duh bi şev derdora saet 1 grûpeke Libnanî êrîşî malbateke ji Kurdên Kobanî kirin, û xwediyê malê Fêsel Nasir Hinadî, ji gundê Boraz e, yê ser bi Kobanî ve, bi kêran giran birîndar kirin û hevsera wî bi xwe re birin.
Heta niha nayê zanîn, kîne ewê ku êrîş kirine û sedema vê êrîşa bi kêran çi ye.
Xortê ku rastî êrîşê hatiye niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Ew nêzîkî 20 salin li Libnanê dijî.