Serrûpel Nûçe Ciwanên PYD endamekî PDK-S revandin û îşkence kirin

Ciwanên PYD endamekî PDK-S revandin û îşkence kirin

Belav bike

Grûpekê ji 6  kesên ku serûçavên wan girtî bûn endamekî PDK-S ji Girkê Legê revand û bi tundî îşkence kir.

Şeva borî, Sîdad Ehmed Seyid Mecîd ku endamê PDK-S ye û xwendekarê sala sêyemîn a kolîja hiqûqê ye ji aliyê grûpeke ji 6  kesan ve hat revandin.

Dema ku Sîdad Ehmed, digel 2 hevalên xwe, diçû yaneya sporê li Rimêlan, otomobîleke ji corê Van, ku rengê wê spî bû û camên wê reş bûn, rê li wî û hevalên wî girt û ew revand.

Wê grûpê Sîdad Ehmed bire derveyî Rimêlan û ew bi girand îşkence kir û piştre ew avête çolekê.

Piştî desrbasbûna nêzîkî saetekê, Sîdad xwe bi birîndarî gihandiye malekê û ji wir ji bo nexweşxaneyeke Girkê Legê hatiye rakirin.

Jêderên ENKS li Girkê Legê ragihandin ku rêxistina Ciwanên Şoreşger yên ser bi PYD ve ew revandine.