Ev çend rojin di medyaya civakî nûçe têne belavkirin ku danûstandinên nehênî di navbera PYD û PDK-S çêbûne.
Daxuyaniyê tekez kir ku ti danûstandinên nehênî di navbera partiya wan PDK-S û PYDê de ne li Hewlêrê û ne jî li ti deverên din nehatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, eger her danûstandinek di navbera herdu aliyan de hebe, wê tenê bi şêweyekî aşkere werin kirin û ew hevdîtinên bi dizî çênakin.
Daxyaniyê diyar kir ku tiştek tune ye bihêle ew danûstandinên nehênî pêk bînin û tekez kir ku ew bêyî ENKS ew tu danûstandinan digel PYD nakin.