Komîteya Dîplomasiyê ya KCKê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku ew gotinên dibêjin dê gerîlayên wan ji Şingalê derbikevin, ne rast in.
Komîteya Dîplomasiyê ya KCKê balkişande ser daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ku gotibû “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PKKê li ser vekişandina gerîlayan lihev kiriye”, ragihand; “Em nizanin Birêz Sefîn Dîzeyî li gorî çi ev daxuyanî daye. Gotina PKK dê ji Şingalê derbikeve, bi tenê serê xwe nayê ti wateyê.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji televîzyonekî nêzîkî PKKê re gotibû, ku ewan biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekişin.
Lê Komîteya Dîplomasiyê ya KCKê, di daxuyaniya xwe de dibêje; “Ne PKK’ê ne jî fermandarên gerîla derbarê derketina gerîla ji Şingalê ti daxuyanî nedane.”
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Gerîla ji bo pêşiya qirkirina êzidiyan bigre çûye Şingalê, ji civaka êzidî re bû alîkar da ku saziyên xwerêveberinê û xweparastinê ava bikin. Gerîla ji bo serdestiyê neçûye Şingalê lewma ti rojevekî wî yê derketina ji wir nîne.”
Beriya niha Fermandarê HPGê li Şingalê Egîd Civyan gotibû, heta erkê wan ê li Şingalê bidawî nebe ew ji herêmê dernakevin. Komîteya Dîplomasiyê ya KCKê jî eşkere dike; “Kengî êzidî bûn xwediyê hêza xweparastin û rêveberiya xweser, hingî dê armanca gerîla ya jî cîbicî bibe.”
Komîteya Dîplomasiyê ya KCKê diyar dike, ku li ser mijara hebûna pêşmerge û gerîlayan li Şingalê gotûbêjên wan ên ligel PDKê berdewam dikin lê gotûbêjên derbarê hebûna gerîla de tên kirin ne rast in.