Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li Sûriyê Ehmed Silêman ji Tora medyayî ya Rûdaw re ragihand, ku wî di hevdîtina diyaloga rewşenbîran de, qet ne gotiye ku ew li dijî Dewleta Kurdî ye.
Silêman da zanîn ku wî gotiye dewleteke kurdî yan cudabûna kurdan ji Sûriyê, ne di berjewendiya kurdan de ye.
Her wiha tekez kir ku ew helwesta wî ne ji bo razîkirina kesayetiyên beşdar bû.