Serrûpel Nûçe Hikûmeta Kurdistanê bersiva bêbextiya PYD da

Hikûmeta Kurdistanê bersiva bêbextiya PYD da

Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniyeke Desteya Parastinê ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê da û tê de wiha got: “Duh daxuyaniyeke bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweserî ya ser bi PYDê, ku navê Kantona Cizîrê lê hatiye kirin, ew di daxuyaniya xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje roja 3ê vê mehê çend balafirên şer ji bingeheke serbazî ya ezmanî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ya ser bi Cizêrî bomberan kirine.”

Li ser wê daxuyaniyê Sefîn Dizeyî dibêje, ew bi her awahî wan idîayan red dikin, û ew daxuyanî tenê cihê pêkenîn û nîşana asta nexweşiya nivîsakarên wê ye.

Dizeyîn her wiha dibêje: Diyare Cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine. Ma ka bingeha leşkerî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê diyare ew ne li ser hişê xwe ne û têk çûne!.”