Serrûpel Nûçe “PYD tenê dixwaze Tirkiyê razî bike“ (Vîdyo)

“PYD tenê dixwaze Tirkiyê razî bike“ (Vîdyo)

Belav bike

Berpirsekî AK Partiyê dibêje, ew daxuyaniyên PYDê û YPGê yên derbarê başkirina pêwendiyên li gel Tirkiyê qet bawer nakin.

 

Berpirsê Peywendiyên Civakî yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partiyê) Mazhar Baglî dbi weşaneke zindî beşdarî bultena nûçeyan a televizyona Rûdawê bû û pêşveçûnên li herêmê û Sûriyê û bi taybet ên li Rojavayê Kurdistanê û herwiha daxuyaniyên herî dawîn ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên derbarê têkiliyên li gel Tirkiyê de nirxand.

 

Mazhar Baglî ji Rûdawê re ragihand, daxuyanyên vê dawiyê yên PYDê û YPGê yên ji bo başkirina têkiliyên xwe bi Tirkiyê re, li cem wan ne cihê baweriyê ne.

 

Baglî rexne li siyasetên PYDê yên li hember Tirkiyê girt û got, Hevserokê PYDê Salih Muslim weke siyastnedarekî opozisyona Tirkiyê daxuyaniyan dide.

 

Berpirsê Pêwendiyên Civakî yên AK Partiyê Mazhar Bagî destnîşan kir, daxuyaniyê PYDê û YPGê ji bo razîkirina dewleta Tirkiyê ne, daku rê bide wan beşdariyê di danustandinên Asatanayê de bikin.

Di wan rojên dawiyê de, PYD, YPG û herwiha Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyên cuda, ragihandibûn, ku ti dijatiya wan li gel Tirkiyê nîn e û tekez kiribûn, ku ji sînorê Rojavayê Kurdistanê ve ku ji sala 2012ê ve di bin kontrola wan de ye, ti êriş li dijî Tirkiyê nehatine pêkanîn.

 

Herwiha wan aliyan dabûn xuyakirin, ku ew ne beşek ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne û beşek ji arîşeyên navbera PKKê û dewleta Tirkiyê jî nînin.

 

PYD, YPG û HSDê herwiha daxwaza xwe bo hebûna pêwendiyeke baş li gel hemû cîranan û bi taybetî jî Tirkiyê anîbûn ziman.