Serrûpel Nûçe Artêşa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bû

Artêşa Tirkiyê derbasî herêma Efrînê bû

Belav bike

Asayîşa Efrînê ragihand ku “artêşa Tirkiyê 60 metroyî derbasî nava axa sînorê herêma Efrînê bû ye û 1300 darên zeytûnan jêkirine.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiyê li ser sînorê Kantona Efrînê di binpêkirinên xwe de berdewame û ji bo ku ji xwe re rêyekê ji axê li ser sînorên gundê Qimtliqê yê navçeya Şîhê veke û dîwarekî ava bike ketiye nava axa Efrînê.

Herwiha li gor hinek şahidan Artêş Tirkiyê dest bi serrastkirina erdê kiriye û amadekariyan dike li seranserê sînorê Efrînê dîwar ava bike.