Berî 8 salan, di 15.01.2009an de helbestvanê Rojavayê Kurdistanê yê bi navûdeng Yûsivê Berazî ku wek Bêbuhar dihat naskirin, li bajarê Serê Kaniyê koça dawî kir.
Bêbuhar awazdaner û stranbêj û hunermend jî bû û 5 dîwanên helbestan li pey xwe hiştin.
Gelek hunermendên navdar ji gotin û awazên wî kirin stran û gotin.
Ew wek helbestvanê klasîk yê dawî li Rojavayê Kurdistanê dihat hejmartin û bi zimanê xwe yê resen û zelal deng dabû.
Ew ji Berazên desta Sirûcê bû, ji ber vê yekê paşnavê xwe kiribû Berazî, ji Kobanî bû, ji gundê Rovî bû, lê pianiya jiyana xwe li Serê Kanî derbas kiribû, ew hem şaîr bû, hem jî berber bû, yanî hellaq.
Birêvebirê Rûdawê, Ako Mihemed eşkere kir ku ewê hemû berhemên Bêbuhar yên çapkirî û yên ku nehatine çapkirin ji nû ve bidin çapkirin û weke diyarî bidin malbata wî.