Serrûpel Nûçe Serkirdeyê Partiya EL Baas li Qamişlo ye

Serkirdeyê Partiya EL Baas li Qamişlo ye

Belav bike

Endamê Qiyadeya Qutirî ya partiya Bees ya Sûriyê Xelef El Muftah li bajarên Qamişlo û Hesekê yê Rojavayê Kurdistan dest bi civînên hizbî yê partiya xwe kir.

Xelef El Muftah ligel şandeke partiya Bees duh gihişte balafirxaneya Qamişlo û îro li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê dest bi kongireyên xwe yên hizbî kirin.

Endamê Qiyadeya Qutirî ya partiya Bees Xelef El Muftah ji Rûdawê re ragihand, ku civînên wî li Qamişlo û Hesekê berdewam dikin, û di cîvînên îro de, ku bidawî hatin, behsa çawaniya xurtkitina Artêşa hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê li parêzgeha Hesekê hat kirin.