Serrûpel Nûçe Cerablus: “Ellahûekber… Bijî Erdogan!” (vîdyo)

Cerablus: “Ellahûekber… Bijî Erdogan!” (vîdyo)

Belav bike

Li gorî dîmeneke vîdyoyî ku li ser tora civakî ya înternetê hatiye belavkirin, eşkere dibe ku hêzeke polîsan, di dema perwerdeyê de sloganên weke “Bijî Erdogan bijî Turkiye” bilnid dikin..

Di dîmenan de diyar dibe ku hêzên polîsên Cerablusê cil û bergên polîsên Tirkiyê li xwe kirine û sloganên ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Tirkiyê bilind dikin û erebî dibêjin “Bijî Erdogan bijî Turkiye û bijî Sûriyeke azad”.

Di 24ê Tebaxa 2016an de, Tirkiyê dest bi operasyona Mertala Feratê kir, yekem deverên ku ji destê DAIŞê derxistine Cerablus bû.