Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya erebî El Şerq El Ewset, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di derbarê pirseke girêdayî Sûriyê de got, ew bawer nakin ku Sûriyê careke din vegere weke berê, û diyar kir ku li gor baweriya wî, wê rojhilat û rojavayê çemê Ferat li Sûriyê ji hev cuda bibin û li ser Sûriyê di navbera Emerîka û Rûsya de bazarek heye.
Barzanî got: Kê ziyan ji wê bazarê dît, kê firot, kê kirî, ez nizanim.
Serokê herêmê Mesûd Barzanî her wiha diyar kir ku Rûsya rêjîma Sûriyê rizgar kir û pêwendiyên Kurdistanê bi Rûsya re baş in û Rûsya yekemîn welatê mezin bû ku konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekir.
Li ser pirseke ka ewê biçe serdana Sûriyê ji bo ku Esed bibîne yan na, serok Barzanî bersiv da û got, di dema niha de zehmet e, lê dibe ku di dema pêş de ew pêk were û tiştekî mustehîl tune ye.
Di derbarê mayîna Esed de li ser destelatê, serok Barzanî got, pêşketin wê yekê nîşan didin ku ewê bimîne