Serkirdeyê PKK Murat Karayilan, di hevpeyvîneke xwe de ligel ajansa nêzîkî partiya xwe ANF li ser yekîtiya netewî got: “Bi qasî em dizanin, di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin hene. Di mijara yekîtiya neteweyî de, pêkane ku hin tiştên cuda rû bidin. Di vê mijarê de hewldaneke cidî heye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di serdemeke gelekî girîng re derbas dibe. Derfetên gelê Kurd çêbûne ji bo azad bibin. Lê belê ji bo Kurd mîna cîranên xwe li ser axa xwe ya pîroz bi rengekî azad bijîn, lazim e vê derfetê baş bi kar bîne û li ser bingeha meşa azadiyê, yekîtiyeke siyasî, dîplomatîk, neteweyî û leşkerî ava bikin. Weke PKK em bi çavekî stratejîk li vê mijarê dinêrin.”