Serrûpel 2017 Çile

Arşîva mehane: Çile 2017

Serokwezîrê Tikriyê 6 vê mehê tê Hewlêrê

Hate ragihandin ku serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di çend rojên bê de wê serdana Hewlêrê bike. Serdana Yildirim ji bo Hewlêrê wê roja 6 vê mehê be.

“Me nexwest em di bin ebaya PYD de biçin…“

Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hecî Derwêş, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojanmeyeke herêmî li rojavayê Kurdistanê got, heta niha Esed serokê Sûriyê ye, û ewê bi rêzgirtin jêre bêje, birêz Dr. Beşar Esed. Li ser beşdarnebûna di civîna Himêmîm de, Hec Derwêş dibêje, wan nexwest di bin ebaya PYD de beşdarî civînê bibin, û diyar kiriye ku civîna Himêmîm ne serkeftî bûn, û kesên ku çûbûn di heman rojê de vegeriyan. Hecî Derwêş her wiha gotiye, ew otonomiyê dixwazin û divê her Kurdek wê yekê bibihîse. Sekreterê partoya Pêşverû ji ENKS daxwaz dike ku xwe ji nava Itîlafê bikişîne, ji ber ku Îtîlaf itîrafê bi mafê gelê Kurd nake û helwesta rêjîmê ji ya Îtîlafê baştir e. Li gor ku di hevpeyvînê de hatiye, parêzgarê Hesekê serdana wî kiriye û bi hev re xwarineke xweş jî xwarine.

Serokê Frensa li Hewlêrê ye

Serok Barzanî û serokwezîr û rawêjkarê encumena asayîşa Kurdistanê li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya serokê Frensa Hollande kirin.

“Tu pêwendiya me bi êrîşa Istanbulê re tune”

Serkirdeyê PKK Murad Karayilan êrîşên stenbolê şermezar kir.

Îro serokê Frensa li Hewlêrê ye

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê sedem û armanca serdana serokê Fransayê ji bo Kurdistanê aşkere dike ku dibêje ku:"Ev serdane ji bo Kurdistanê girîng e."
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com