Qamişlo: Baas hêzeke eskerî ji jinan ava kir (vîdyo)
Şaxê Partiya Bais li parêzgeha Hesekê û serperştiya serokê komîteya Ewlekariyê li parêzgehê xoleke rahênana leşkerî ji 140 jinên gundewarên Qamişlo re çêkirin.
Bi gotina endameke şaxê Hesekê yê partiya Bais, ew 140 jin ketîbeyeke leşkerî bi navê Xensayên Sûriyê pêk tînin û beşek ji ketîbeyên Bais in.
Di hevpeyvîneke xwe de ji bo Rûdawê, endamê Qiyada Qutrî ya partiya Al Baas Xelef El Miftah di dema serdana xwe de ji bo Qamişlo gotibû, ewê li parêzgeha Hesekê, piştgiriyê bidin hêzên eskerî yên ser bi artêşa Sûriyê ve.
Serok Barzanî ji şanda ENKS re çi got?
Îro roja sêşem 31.01.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Kurdên Sûriye û Sekreter û Nûnerên Partiyên siyasiyên nav Encûmena Kurdên Sûriye kir.
Rojnamevan Mehmud Onder wefat kir
Rojnamevan û sendîkaciyê Kurd Mehmud Onder ku ev demeke li hemberî pençeşêrê li ber xwe dida, ii nexweşxaneyeke Danîmarka jiyana xwe ji dest da. Wî di televîzyona Medya Tv û Roj Tv de nûçe pêşkêş dikirin. Ew di sala 1953 de li Diyarbekirê ji dayîk bûbû.
Karayilan axifî… Çi got?
Serkirdeyê PKK Murat Karayilan, di hevpeyvîneke xwe de ligel ajansa nêzîkî partiya xwe ANF li ser yekîtiya netewî got: "Bi qasî em dizanin, di vê çarçoveyê de gelek hevdîtin hene. Di mijara yekîtiya neteweyî de, pêkane ku hin tiştên cuda rû bidin. Di vê mijarê de hewldaneke cidî heye. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di serdemeke gelekî girîng re derbas dibe. Derfetên gelê Kurd çêbûne ji bo azad bibin. Lê belê ji bo Kurd mîna cîranên xwe li ser axa xwe ya pîroz bi rengekî azad bijîn, lazim e vê derfetê baş bi kar bîne û li ser bingeha meşa azadiyê, yekîtiyeke siyasî, dîplomatîk, neteweyî û leşkerî ava bikin. Weke PKK em bi çavekî stratejîk li vê mijarê dinêrin."
Salih Mislim mesajek ji Tirkiyê re şand
Salih Mislim: Eger Tirkiyê bixwaze em amade ne diyalogê bi Tirkiyê re deynin
Heverokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe ragihand ku tu pêwendiya wan bi Îranê re tune ne û rêjîma Mellayan li Îranê zilmeke mezin li ser Kurdan dike.
Mislim got, ew sîstema federalî weke ya ku herêma Kurdistanê çêbûye çênakin, sîstema li başûrê Kurdistanê li ser binegeheke netewî çêbûye, ew dewleteke netewî naxwazin, ji ber sedema felaketên ku li herêmê çêbûne hebûna dewletên netewî ye.
Heverokê PYD her wiha got, tu pêwendiya wan bi pirsgirêkên Kurdên Tirkiyê û Îranê re tune ye, Kurdên li wan welatan dikarin pirsgirêka xwe çareser bikin.
Mislim qebûl kir ku dezgen û navendên emnî yên hikûmeta Sûriyê li herêma Cizîrê hene û diyar kir ku pêwendiya wan bi hev re tune ye.
Her wiha got ku Emerîka çek dane wan, ji bi ku şerê Daişê bikin.
Salih Mislim eşkere kir ku tu problemên wan bi Tiriyê re tune ne, û ew dixwazin bi Tirkiyê re bidin û bistînin, eger Tirkiyê bixwaze ew hazir in.
Wiha berdewam kir: Em ne mirtezeqe ne,
AVESTA êdî 17 salî ye
Malpera Avesta Kurd ku ji sala 2000 ve bêrawesta weşana xwe didomîne, kete sala xwe ya 17 an. Spas ji bo xwendevanên Avesta ku ev salin wê dişopînin û ew bi tenê nehîştin. Avesta, ev 17 salin bi zimanê kurdî weşandê dike. AVESTA heta niha ji gelek dezgeh û ajansan re bûye jêdera nûçeyan. Em berdewam in.
Vê vîdyoya Trump û Melanie her der tevlîhev kir (vîdyo)
Di merasîma serokatiya Emerîka Donald Trump de, dema ku ew li pişt xwe dizîvire, jina wî Melanie li pişt wî dikene, kêfxweş dibe, lê dema ku Trump pişta xwe dide wê, rûyê wê tirş dibe û rastiya pêwendiya xwe û Trump nîşan dide.
“PYD dîktatore û divê PKK ji Şengalê derkeve“
Di hevpeyvîneke xwe de ligel BBC, beşê farisî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di derbarê rojavayê Kurdistanê de ji bo PYD got, tenê yek daxwaza me ji wan heye, ew jî bi hemû aliyan re danûstandinê bikin û bi wan re li hev bikin. Ew derfeta kar û çalakiyan nadin tu partiyeke din û siyaseteke dîktatorî dimeşînin."
Derbarê girtina sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, Barzanî dibêje "Sînor tenê ji bo alîkariyên mirovî vekirî ne. Lê ew rê nadin çek di sînor re derbas bibin. Ew niha wê yekê gotûbêj dikin ka gelo ew çi bikin ji bo ku ew sînor bêhtir bêne vekirin, çimkî ev di qazanca me hemûyan de ye."
Barzanî got, pêşmerge çûne Kobanî û ligel biyarê xwe Kobarî rizgarkirin û vegeriyan, heman tiştî ew ji PKK jî daxwaz dikin ku ji Şengalê derkevin.
Birayên me yên Kurdên rojava, roleke mezin di rizgarkirina Şengalê de lîstin, ew spasiya wan dikin ku hêviya wan ewe ku PKK û hêzên ser bi wê ve ji Şengalê derkevin, û mayîna wan li Şengalê wê pirsgirêkên mezin çêbike, ji ber hesasiyeta Şengalê.