Serrûpel Nûçe Wê PYD ji bo her qurbaniyekî 3.5 mîlyon lîre bide

Wê PYD ji bo her qurbaniyekî 3.5 mîlyon lîre bide

Belav bike

Rêveberiya Xweser li Kobanî bi malbatên qurbaniyên ku li ser destê Asayişê sala 2013an li gundê Til Xezal hatibûn kuştin li hev hat.
Li gorî zanyariyan, Rêveberiya Xweser daxwaza lêborînê li malbatên qurbaniyan kiriye û malbata her qurbaniyekî bi 3.5 milyon lîreyên Sûrî tawîz kiriye.
Li gorî heman zanyariyan, malbatên qurbaniyan PYD weke aliyêkî lihevhatinê qebûl kirine ne ku weke serpereştê wê lihevhatinê, yanî ew malbat PYD di kuştina wan qurbaniyan de weke şerîk hesibadine.
Malbatên qurbaniyan herwiha red kirine ku di lihevhatinê de ala PYD yan jî ya her saziyeke leşkerî ya ser bi PYD ve were nîşandan.
Riojnamevan Welat Bekir ku bi xwe xelkê gundê Til Xezalê ye, ji tora medyayî ya Rûdawê re got ku ev lihevhatin delîla wê yekê ye ku PYD komkujî li dijî kesên sivîl yên bêguneh kiribû û tevahiya tiştên ku medyaya PYD li ser wan qurbaniyan digotin derew bûn û tenê ji bo xapandina raya giştî bû.
Di dema bûyerê de, medyaya PYD gotibû ku gundiyên Til Zezalê yên ticareta heşîşê dikirin  êrşî endmên asayîşê kiribûn, û şer di navbera her du aliyan de derketibû.

nûçeyek ji arşîvê