Serrûpel Nûçe Asayîşa Kurdistaê 5 terorîst girtin – Vîdyo

Asayîşa Kurdistaê 5 terorîst girtin – Vîdyo

Belav bike

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtîrafên komeke terorîstî belav kir.

 

Îro yekşemî 12ê Sibata 2017ê, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, îtîrafên komeke terorîstî belav kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di berdewamiya operasyonên îstîxbaratî û meydanî yên Asayişê, komeke terorîstî hate girtin, ku dixwastin derbasî aliyê sînorê desthilata dewleta terorîstî ya DAIŞê bibin”.

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Serpireştê komê Hawar Yûsif Xefûr bi rêya torên civakî  û bi hevkariya terorîstê daxwazkirî Şikar Pola pêwendî bi koma terorîstî ya Cebhet El-Nusra kiriye û çûye Sûriyê û li devera Cebel El-Turkeman bûye çekdar û navê Ebû Hemze weke navê kod wergirtiye”.

 

Daxuyanî wiha berdewam dike:

 

“Li gorî îtîrafên wî bi xwe, hizra terorîst Hawar pitir ji DAIŞê ve nêzîk bûye, her ji ber wê bi rêya torên civakî pêwendî bi terorîstê daxwazkirî Keyfî Hemed Emîn Ewla naskirî bi Ebû Yasir kiriye, ku emîrekî DAIŞê li Hewîceyê ye. Piştî wê pêwendiyê, ew vegeriyaye parêzgeha Helebceyê û komek ji hevrêyên xwe çêkiriye. Tevahiya komê ku îtîrafên wan bi vê daxuyaniyê re hatine belavkirin, peyman dane DAIŞê û biryar dane biçin nav DAIŞê, piştre li ser daxwaza terorîst Ebû yasir, ji Helebceyê ve ber bi navçeya Mexmûrê ve birêketine, da ku derbasî devera Helwat a li sînorê DAIŞê bibin”.

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê behsa çawaniya girtina wê koma terorîstî dike û dide xuyakirin: “Pişît zanyarî û çavdêriya hûr a tîmên lêkolînê û lidûvçûnê, hêzên Asayişê karîn di operasyonekê de, li sînorê Mexmûrê hemû endamên wê komê bigirin, berî ku derbasî nav sînorê DAIŞê bibin”.