Serrûpel Nûçe “Pêşmergeyên Rojava di demeke nêzîk de derbas dibin”

“Pêşmergeyên Rojava di demeke nêzîk de derbas dibin”

Belav bike
Fermandarê Hêza Zêrevanî ya Pêşmerge general Ezîz Weysî radigihîne, çûna Pêşmergeyên Rojava ji bo Kurdistana Sûriyê nêzîk bûye.

General Ezîz weysî di daxuyaniyekê de ji K24 re ragihand, derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nêzîk bûye û dê çûna wan  bi riya Hevpeymaniya Navdewletî be.

Ezîz Weysî anî ziman, ku  pêwîst e PKK rê bide Pêşmergeyên Rojava yên ku niha ser bi ENKSê ve ne, da ku berevaniyê li welatê xwe bikin, ji ber ku ew ji xelkê Rojava ne û divê berevaniyê li xaka xwe bikin.

Weysî amaje bi wê yekê kir ku,Pêşmergeyên Rojava hêzeke profesyonel e û ezmûneke wan ya mezin ligel Hevpmaniya Navdewletî di şer de heye.

Fermandarê Hêza Zêrevanî Ezîz Weysî her wiha got, Hevpeymaniya Navdewletî nahêle dîktatoriya ku PKK li Rojavayê Kurdistanê dike, bimîne, ji ber ku Rojava bûye metirsiyek ku Tirkiyê derbasî bibe û şerek di navbera wan de derkeve.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku Tirkiye beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê û Pêşmergeyên Rojava jî dê di bin çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî de derbas bibin û Tirkiyê jî dê alîkar be.

Hêza Pêşmergeyên Rojava ku wek “Leşkerên Roj” tê nasîn, di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hat damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike.