Serrûpel Nûçe Êdî ji Cinêvê bultenê pêşkêş dikim (vîdyo)

Êdî ji Cinêvê bultenê pêşkêş dikim (vîdyo)

Belav bike

Pêşkêşvanê navdarê Tora Medyayî ya Rûdawê, Dilbixwîn Dara îşev di bultena nûçeyên Rojava de xatirê xwe xwast û ragihand, ku ew dê bi tîmeke Rûdawê re biçe Cinêvê, daku zanyariyên herî nû yên danûstandinên Cinêvê di zûtirîn dem de bigihînin temaşevanên Rûdawê.

 

Biryar e roja 23ê vê mehê, hevdîtinên Cinêvê yên bo çareserkirina krîza Sûriyê dest pê bibin. Tora Medyayî ya Rûdawê xwe ji bo rûmalkirina taybet a wan hevdîtinan amade kiriye û ji bilî tîmekê ku niha li Cinêvê ye, Rûdaw tîmeke din jî bo rûmalkirina berfireh a civînan dişîne Cinêvê.

 

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê, ji bo rûmalkirina konfransa navdewletî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, li Cinêvê amade dibe.

 

Dilbixwîn Dara di dawiya bultena îşev a nûçeyan a taybet bi Rojavayê Kurdistanê, li ser wê yekê ew agahî dan bîner û şopînerên Tora Medyayî ya Rûdawê:

 

“Ezê ji wê derê, ji we re bulteneke taybet bi awayekî zindî pêşkêş bikim, yanî ezê êdî li Cinêvê, ji nava zehmettirîn danûstandinên krîza sedsalê, ku wê qedera Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê diyar bike bi we re bim.

 

Li vir xatirê xwe ji we dixwazim, lê ezê di koroja îşev de jî ligel Şaho bi we re bim”.

 

Dilbixwîn Dara herwiha got, ew dê hewl bidin li Cinêvê zanyariyên herî nû derbarê danûstandinên navbera şandên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê û di demek herî nêzîk de bigihînin bîner, bîser û tevahiya şopînerên Rûdawê li seranserî cîhanê. (Rûdaw)