Serrûpel Nûçe Mîrê Êzîdyan ji Guterres çi xwest?

Mîrê Êzîdyan ji Guterres çi xwest?

Belav bike

 

Hat zanîn ku mîrê kurdên êzîdî Mîr Tehsîn Beg ji sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres xwastiye, Şingal bibe parêzgeh û girêdayî Herêma Kurdistanê be.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, ku duh li Hewlêrê bi Serok Barzanî re hevdîtin kiribû, îro jî bi şandeke kurdên êzîdî re rûnişt.

Derheqê wê civînê de parlamenterê êzîdî û endamê wê şandê Şêx Şamo ji BasNewsê re got, Guterres bi germî guhdarî me kir û me çi jê re digot, digot min û Serok Barzanî behs kiriye.

Şêx Şamo her wiha got, me behsa kirîza ku ji ber hebûna PKKê li Şingalê derketiye, ji sekreterê giştî yê NY re kir, wî dîsa got ku Serok Barzanî re behsa wê mijarê kiriye û û da zanîn ku di navbera Barzanî û Ebadî de li ser vê mijarê û mijarên din tefahumek heye.

Wî parlamenterê êzîdî anî ziman ku Antonio Guterres ji wan re gotiye ku kurdên êzîdî jî dikarin mîna şîeyan, daxwaziyên xwe bikin raportek bidin Barzanî da ku bi Ebadî re li ser wan mijar û kêşeyan gotûbêj bikin.

Şêx Şamo eşkere kir ku sekrterê giştî yê NY ji wan re gotiye, li ser pêşniyara Brîtanya, li Iraqê dadgehek bi rengekî navdewletî dê bo jenosîd nasandina tawanên DAIŞê yên ku derheqê kurdên êzîdî de kirine, were avakirin.

Wî endamê şanda êzîdî da xuyakirin ku mîrê êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg ji Guterres re gotiye ku ya baştir ew e ku Şingal bibe parêzgeh û girêdayî Herêma Kurdistanê be.