Serrûpel Nûçe “Ala Îraqê daxînin!”

“Ala Îraqê daxînin!”

Belav bike

Parlamentoya Îraqê li dijî bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê derket û daxwaz kir ku ew al dakeve. Kurd alî danaxînin. Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye û mafê Kurdan heye weke ku ala xwe li ser wî bajarê xwe bilind bikin.

Di nava Kurdan de nêrîneke din jî peyda bû ye, dibêjin emê jî daxwaza daxistina ala Îraqê bikin.

Ji xwe di vê salê de referandima serxwebûna Kurdistanê çêdibe, û ne dûre Kurd daxwaza serxwebûnê jî bikin.

Rojnamevan Arif Zêrevan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye, serkirdeyê PDK Elî Ewnî gotiye: Bila Parlamentoya Kurdistanê bicive û hildana alaya Iraqê ne tenê li Kerkûkê lê belê li hemî Kurdistanê qedexe bike. Parlamentoya Iraqê îro bi erebên şîî û erebên sinî ve biryar da ko alaya Kurdistanê li Kerkûkê neyêt hildan. Kerkûk Kurdistan e û alaya Kurdistanê dê hertim li asîmanê wê hildayî be.