Serrûpel Nûçe Esed behsa alîkariya Kurdan kir

Esed behsa alîkariya Kurdan kir

Belav bike

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Kurwatî Vîs Rencî Last, behsa federasyonê kir û got ew pirseke niştimanî ye, çêbûn û çênebûna wê girêdayî destûrî ye û destûr jî pêwîstiya wê bi referandumê heye.

Esed got, hikûmet nikare li ser federasyonê biryarê bide, lê di nêrîna wî de gelê Sûriyê federasyonê erê nake, ji ber ku ew gaveke ber bi perçebûnê ve.

Serokê Sûriyê her wiha diyar kir ku berî avakirina dewleta Sûriyê û di dema Osmaniyan de jî pêkhateyên Sûrî bi hev re dijiyan û tu pirsgirêk di navbera wan de tune bûn.

Esed her wiha bal kişande ser wê yekê ku armanca federasyonê ewe ku modêleke weke ya Îraqê li Sûriyê ava bikin.

Beşar Esed bersiva pirseke girêdayî hebûna hêzên emerîkî li rojavayê Kurdistanê û alîkariya hêzên kurdî da û got, her destêwerdaneke eskerekî yan jî kesekî, bê destûra hikûmeta Sûriyê, dagîrkerî ye.