Serrûpel Nûçe Serok Barzanî pêşwaziya Kurdên Rûsya kir

Serok Barzanî pêşwaziya Kurdên Rûsya kir

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya şanda Komeleyên Kurdên welatên Sovyet kir.

Roja dûşem 10.04.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kirin û bi serdana xwe ya niştimanê resena xwe ya Kurdistanê xweşhaliya xwe jî nîşandan û ji bilî derbirîna pêzanînên xwe yên ji bo xebat û keda Serok Barzanî behsa rol û bandora xebata Barzaniyê Nemir kir li ser xweragirî û hêviya ji bo Kurdên nîştecihên welatên Sovyeta berê. Amadehiya eve jî ragihand ku bi hemû şiyanek ve piştevanê Kurdistanê û berjewendiya gelê Kurdistanê dibin û kar ji bo wê dikin. Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pesnê qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmergeyan ya li parastina welat û şerê terorîstên Da’îş kir û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarê wan Pêşmergeyan kir ku canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.

Her li vê civînê de şanda Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê behsa rewş û jiyana Kurdên welatên Asyaya Navîn û Sovyeta berê kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvan kir û Kurdên nîştecihê welatên Sovyeta berê bi beşekî azîzê gelê Kurdistanê da zanîn û destxweşiyê li kar û çalakiyên Federasyona Komeleyên Kurdên welatên Sovyeta berê kir û ragihand parastina nasname û resenayetiya niştîmanî û neteweyî mezintirîn xebate ku Kurdên Asyaya Navîn û welatên Sovyeta berê bi başî encam dane.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî li gotarek da dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û her wiha îradeya xelkê Kurdistanê ji bo referandumê û gihîştina bi serbixweyiyê ji bo amadebûyan şîrove kir.