Serrûpel Nûçe “Herin li gundan bijîn..!”

“Herin li gundan bijîn..!”

Belav bike

Serokwezra Almanya Angela Merkel, li penaberan nesîhet kir û got, li bajar nemînin herin li gundan bi cih bibin.

Merkel di peyameke vîdyoyî ya heftane de, got, koçberên ku li Almanya dijîn wê zagonên Almanî biparêzin û rêza jiyana li Almanya bigirin.

Angela Merkel her wiha eşkere kir ku piraniya koçberan hez dikin li bajarên mezin bijîn, lê jiyana li bajarên mezin buha ye, ji ber vê yekê ya baş ewe  biçin li gindan bi cih bibin û zêde mesref nekin.  Li gor Merkel, jiyana li gundan bêhtir rê li ber koçberan vedike ku bi civaka Almanî re biguncin.

Di sala 2015 de, Almanya pêşwaziya bêhtirî mîlyonek koçberên Sûrî kir, di nava wan de hejmareke mezin Kurd jî hebin.