Serrûpel Nûçe “Êdî bese Kurdistana serbixwe ava bikin”

“Êdî bese Kurdistana serbixwe ava bikin”

Belav bike

Cîgirê serokê polîsên Dubey Ferîd Dahî Xelfan, Twîttek avêt û nivîsand, divê Kurd dewleta xwe ava bikin û serxwebûna Kurdistanê ragihînin û ewê yekemîn kes be ku itîrafê bi Kurdistana serbixwe dike.

Xelfan got, divê fermandarê Feyleq El Qudus yê Îranî ji Kurdistanê were qewitandin.

Her wiha diyar kir ku, serxwebûna Kurdistanê daxwazeke gelêrî ya Kurdistanî ye û nabe kesek li hember bisekine.
Dahî Xelfan di Twitta xwe de dibêje, Kurdan zulmeke mezin ji dewletên cîran Îran, Îraq, Sûriyê û Tirkiyê dîtine.

Her wiha bang kir: Neviyên Selahedîn Eyûbî dema hatiye hûn dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.