Referanduma li Tirkiyê bi dawî hat, têde dengê ERÊ bi serket.
Li gor encaman wê 18 madeyên destûra Tirkiyê werin guhertin.
Li gor destûra nû, êdî serokomar namîne, dibe serok dewlet, her wiha serokdewlet dikare bibe endamê partiyekê, dikare bibe serokê partiyê jî. Her wiha serokwezîr namîne û serok bi karê serokwezîr jî radibe.