Encumena Navenda a YNKê bi awayekê fermî ragihand, ku endamê vê encumenê Heyder Şeşo ku hevdem fermandeyeke serbazî li devera Şingalê ye jî, dest bi kar berdaye.
Heyder Şeşo jî ragihand, ewê partiyeke nû ava bike.
Sekretatiya Eencumena Navenda YNKê nameya dest ji kar berdana Heyder Şeşo pesend kir.
Heyder Şeşo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, di demeke nêzîk de ewê partiyeke nû bi navê “Partiya Demokrata Êzidî” ava bike.
Heyder Şeşo, Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê ye û zêdetirî hezar çekdarên hêza wî heye, ewê bikevine ser Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê. Rûdaw