Serrûpel Nûçe PYD 8 fermandarên Kurd revandin

PYD 8 fermandarên Kurd revandin

Belav bike

 

VÎDYO

4 sal di ser wendakirina wan fermandarên Kurd re derbas bûn, ku ji Artêşa Sûriyê cuda bûbûn.

Roja 16 meha nîsana sala 2013, dema ku ji artêşa Sûriyê cuda bûbûn û berê xwe dabûne başûrê Kurdistanê li nêzîkî Dêrika Hemko agahî ji wan qut bûbû û wenda bûbûn, heta niha nayê zinîn li kuderê ne û çi hatiye serê wan.

Hinek kes ji malbata wan 8 fermandaran dibêjin, hêzên PYD ew girtibûn û biribûn zindana Dêrikî, li gor malbata yek ji wan fermandaran dibêje, girtiyekî ku berê di wê zindanê de bû, ew bi girtina wan di zindana Dêrikê de agahdar kirine.

Ew 8 fermandarên wenda ev in: Emîd Rukun Mihemed Xelîl ji Babê, Eqîd Mihemed Heysem Îbrahîm ji Efrînê, Eqîd Hesen Oso ji Efrînê, Eqîd Mihemed Gilî Xeyrî ji Efrîn, Muqedem Şewqî Osman ji Efrînê, Raîd Behzad Naso ji Efrînê, Neqîb Hisên Bekir ji Efrînê, û Mulazim Ewel Ednan Berazî ji Kobanî.

Heta niha wenda ne û malbatên wan bang dikin ku çarenivîsa wan diyar bibe.