Serrûpel Nûçe 100 Kurdên Sûriyê di navbera Cezaîr û Mexribê de asê mane

100 Kurdên Sûriyê di navbera Cezaîr û Mexribê de asê mane

Belav bike

Li ser sînorê di navbera Cezaîr Mexribê de, hejmareke ji malbatên Kurdên rojavayê Kurdistanê asê mane. Di nava wan de jin û zarok jî hene.

Wan malbatan dixwestin, ji Cezaîrê derkevin û di ser Mexribê re biçin Spanya.

Ew malbat niha li ser sînor asê mane, û xwarin vexwarin û tiştek bi dest wan nakeve.
Wezareta derve ya Mexribê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku hikûmeta Cezaîrê 55 welatiyên Sûriyê dorpêç kirine û hemû rengê astengiyan ji wan re derdixîne.