Serrûpel Nûçe Êdî divê PKK ji Şengalê derkeve

Êdî divê PKK ji Şengalê derkeve

Belav bike

Cîgirê serokê lijneya asayîş û encûmena xwecihî li parlamentoya Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku tişta Tirkiyê kir, di encama ew serkêşiya PKKê bû li Şingalê û divê PKK bilez Şingalê vala bike.

Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me pir kire hewar ku PKK başûrê Kurdistanê ne cîhê hindê ye, baştire ew cîhên ku jê hatine biçin wan deveran, me kir hewar me got bila PKK nebe sedem ku xelkê sivîl bibe qurban, PKKê 515 gundên başûrê Kurdistanê dagir kiriye, ewên ku Beis wêran nekir, PKKê wêran kir, ji ber vê em daxwazê li wan dikin vegerin bo navçeyên xwe û Şingalê bilez vala bikin.’’

Herwaha got: ‘’Herêma Kurdistanê xwedî serweriya xwe ye û ew bûne sedemê koçber bûna xelkê Şingalê û wisa kirinn ku rêxistinên xêrxwaz jî neyên Şingalê û naha ew siyaseta wan bû sedem ku em hin Pêşmergeyan şehîd bidin û Şingal bibe qurbana rikberiya herêmî.’’

Dawiyê de jî dîsa ragehand: ‘’Divê bilez PKK Şingalê vala bike.’’