Serrûpel Nûçe Rêdûr Xelîl: 20 şehîdên me hene

Rêdûr Xelîl: 20 şehîdên me hene

Belav bike

Berdevkê YPGê ragihand ku di êrşîa balafirên şer yên Tirkiyê li ser Qereçox  20 şervanên wan jiyana xwe jidest dane, û 18 şervanên din birîndar bûne.

Piştî ku xelkê bajar û bajarokên Cezîra Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan çiyayê Qereçox li Dêrikê, Berdevkê YPGê, Rêdûr Xelîl li wir ragihand, Tirkiyê çend navendên leşkerî û navenda ragihandina YPGê û çend saziyên din li Qereçoxê borduman kiriye, û di encamê de hejmarek ji şervanên YPGê jiyana xwe jidest dane.

Rêdûr Xelîl, her wiha eşkere kir, ku 20 şervanên wan jiyana xwe jidest dane û 18 şervanên din birîndar bûne, û rewşa 3 birîndaran metirsîdar e.