Serrûpel Nûçe Bûk û Zavayekî ji Efrînê bi klaşnîkovê di xew de li Hewlêrê...

Bûk û Zavayekî ji Efrînê bi klaşnîkovê di xew de li Hewlêrê hatine kuştin

Belav bike

Du ciwanên bi navê Seydo Yunus û xanima wî Emel ku nêzîkî 2 meh bûn zewicî bûn, li Hewlêrê li Zêrîn City îro serê sibê zûr (derdora saat 06.00) bi 30 fîşekên klaşnîkovê her du jî hatine kuştin.

Ew ji Efrînê ji gundê Şêx Ehmed bûn (nahiya Raco).

Termê wan niha li nexweşxaneya Hewlêrê ne.

Polîsan dest bi lêkolînê kirin, û li gor nêrîna polîsan dibe ku sedema wê kuştinê civakî be.