Serrûpel Nûçe Binêrin Emerîka di civîna Rimêlan de çi ji PYD xwest!

Binêrin Emerîka di civîna Rimêlan de çi ji PYD xwest!

Belav bike

Nivîskar û rojnamevan Hoşeng Osê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku PYD û PKK siyaseteke gelekî xerab û faşil li Kurdistana Sûriyê bi rêve birin.

Hoşeng Osê, ku ji nêzîk ve PKK nas dike dibêje, êrîşa Tirkiyê jî li ser bargehên YPG li Qereçox îsbat bû ku PYD di dîplpmasiya xwe de têk çû û eşkere bû ku dostên wê tune ne.

Li aliyê din jêdereke nêzîkî YPG ji Avesta re eşkere kir ku berî êrîşa Tirkiyê li ser Qereçox bi rojekê li Rimêlanê civînek di navbera YPG û fermandarên Emerîkî de çêbûye û têde Emerîka ji wan xwestiye ku fermandar, gerîla, kadro û berpirsên PKK ji Kurdistana Sûriyê derkevin û di nava hêzên YPG û PYD û hêzên din yên girêdayî wan de nemînin.

Heman jêderê got, YPG bi wê daxwazê razî bûye, lê ne diyare wê PKK çiqas razî bibe.