Serrûpel Nûçe Pêwendiyên Kurdistanê û Libnanê xurttir dibin (foto)

Pêwendiyên Kurdistanê û Libnanê xurttir dibin (foto)

Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Tûrîzmê yê Lubnanê Avîdas Gîdaniyan kir.

Şandeyeke Lubnanê ya bi serokatiya Wezîrê Tûrîzma Lubnanê Avîdîs Gîdaniyan  ku, ji Serokê Rêvebirina Grûpa Kompaniyên Maliya, Serokê Kompaniya Rotana û hejmareke bazirganan pêkhatibû, ji bona sazkirina hin hevdîtinên fermî û vekirina hotela duyem a Rotana serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

 

Îro yekşembî 30.04.2017ê li bajarê Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li wê şandeya Lubnanî kir.

 

Derbarê civînê de, malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de, Wezîrê Tûrîzmê yê Lubnanê ragihand, tevî wê kirîza ku rastî Herêma Kurdistanê hatiye û hêj tê berdewam e, lê serkirdatiya Herêma Kurdistanê bi siyasiyeteke hekîmane kariye rûbirûyê wê kirîzê bibe.

 

Avîdîs Gînadiyan got, di vê çarçoveyê de xalên hevbeş di navbera Lubnan û Kurdistanê de hene ku Lubnan jî di kirîzan bi heman şêweyî re derbas bûye.

 

Gîdaniytan behsa siyaseta welatê xwe kir û da xuyakirin, ku Lubnan sektora taybet han dide, ku li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe di warên cuda cuda de birazînin, ji ber ku Herêma Kurdistanê herêmek aram e û bi awayekî baş alîkariya bazirgan û sermayedarên biyanî  dike.

Di vê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya xelk, hikûmet û sektora taybet a Lubnanê kir, ku her ji destpêka azadkirina Iraqê ve û heta niha, di pêşdebirina aborî û baştirkirina jêrxan û veguhastina ezmûna serkevtî ya Lubnanê bo Herêma Kurdistanê de roleke ber bi çav hebûne û hêvî xwest, ku Lubnan li ser wê rola xwe berdewam be û wê rola xwe berfirehtir jî bike.

 

Serokwezîrê Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku vekirina hotela duyem a Rotana li Hewlêrê di vê rewşa dijwar de wê yekê nîşan dide ku sermayedarên biyanî bawerî bi siyaseta hikûmetê û aramiya Herêma Kurdistanê hene û ev yek jî cihê dilxweşiyê ye.

 

Barzanî diyar kir ku, şerê li dijî terorîstên DAIŞê ber bi dawiyê ve diçe û divê plan û siyasetke giştgîr (pir alî) ji bo çareserkirina pirsgirêkên piştî qonaxa DAIŞê hebe, ji ber ku şerê li dijî DAIŞê bi tenê di warê leşkerî de nîne, belku şerê îdolojiyê jî ye.

 

Li dor encamdana referndumê jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, ku referendum mafê xelkê Kurdistanê ye û giring e ev pirs ligel Bexdayê bi diyalogê were çareserkirin, ji ber ku Herêma Kurdistanê, Bexdayê bi şirîkê xwe dizane û dikare Herêma Kurdistanê ji bo geşkirina aboriya Iraqê bibe bingehek baş.

 

Nêçîrvan Barzanî têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Lubnanê jî bi têkeliyên dîrokî wesif kir û behsa karesatên bi ser xelkê Lubnanê de hatine kir û diyar kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye têkeliyên xwe  di hemû waran de bi Lubnanê re zêdetir xurt û berfireh bike.