Nivîskar û medyager, û xwediyê master di rojnamgeriyê de, Selahedîn Îsa, ku derçûyê zankoya Mosko ye di rojnamgeriyê de, ji ber bêkariyê niha li kolanên bajarê Îzmirê, li Tirkiyê gemarê kom dike û xwe pê xwedî dike.
Ew di sala 1961 de li gundekî Efrînê ji dayîk bûye, û hem weke rojnamevan di gelek rojname û kovaran de her wiha di radyoya dengê Mosko de kar kiriye, hem jî weke mamostayê zimanê erebî û frensî ders dane.