Piştî nexweşketina Mam Celal, derfetek ji hin kesên nedilsoz ên derdora wî derket ku bê guhdan bo pêgeh û keda wî kedkarî, bi gelek aweyan laşê wî yê nexweş îstîxlal bikin.
Pirtûka ku vê dawiyê ji aliyê Selah Reşîd ve derket, berdewamiya bikaranîna Mam Celal e ji bo meramên siyasî. Ew pirtûk hat çapkirin û belavkirin bê ku Mam Celal li ser belavkirina wê razî
bibe. Di pirtûkê de dem û cihê hevpeyvîna nivîskar bi Mam Celal re nediyar e.
Nexweşiya Mam Celal wek derfetekê bikar hatiye ji bo ku amedekarên wê pirtûkê bi kêfa xwe binivisînin û bi kêfa xwe gotinên Mam Celal bugherin û dîrokê tevlihev bikin, herwiha wê pirtûkê ji bo berjewendiya xwe ya siyasî bikar bînin û têkoşerên nava YNKê û li derveyî YNKê jî biêşînin.
Ev yek neberpirsyaretiya herî mezin e li hemberî şexsê Mam Celal û li hemberî kadir û alîgirên YNKê. Pirsyar li vir ew e ku, divê em li kîjan Mam Celal guhdar bikin. Mam Celalê rastî yan Mam Celalê ku nexweş e û rêz lê nayê girtin û mixabin tê bikaranîn?.
Beşek girîng ji wê pirtûkê, tê de Mam Celal behsa Barzaniyê nemir dike û di nava wan gotinan de axaftinên Mam Celal hatine guhertin û tiştên nerast û xeyalî ku tenê di bala nivîskarên pirtûkê de hene, hatine nivîsandin. Em dizanin ku ew tiştên nerast ji bo derxistina hêrsa PDK û niştimanperwerên nava YNKê ne û ji bo derxistina alozî û nakokiyan e di vê dema hestiyar û çarenivîsaz de bi taybetî. Lê kesên li pişt pirtûkê jî dizanin ku ti belgeh tune ne ku piştrast bikin ku ew axaftin ên Mam Celal in. Di heman demê de jî gelek kes hene ku belegên wan hene li ser nêrîna rast û dirust a Mam Celal derbarê Barzaniyê nemir.
Sala 2012, dema ku Mam Celal li Almanya bû, nameyek ji Serok Barzanî re şandiye û di wê nameyê de rastiya nêrîn û helwesta wî eşkere dibe.
Talebanî di nameyê de him “wek birayekî” gazin kiriye û him jî “wek birayekî” lêborîn xwastiye.
Talebanî, ku wê demê serokomarê Iraqê bû, di nameya xwe de gotiye,“biryara min ya dawî ew e
ku heta ez hebim dê bi malbata Barzanî re dost û hevxebat û aş bim”.
Naveroka nameya Talebanî, ku bi helkefta salvegera damezirandina PDKê hatiye nivîsandin, wiha ye:
“Birayê min yê xoştivî cenabê Serok Mesûd Barzaniyê birêz…
Silaveke biratî û germ…
Cejna PDK li we û malbata serbilind a Barzan û hemû endam û alîgir û pêşmergeyên PDKê pîroz dikim.
Vê nameya min him wek nîvgazineke birayane û him jî wek lêborînxwastineke birayane qebûl bikin.
Birayê hêja! Biryara min ya dawî ew e ku ez heta hebim bi malbata Barzanî re dost û hevxebat û aş bim. Ezê nehêlin ev bi ti awayekî xirab bibe. Dema min hinek gotinên cenabê te dibihîst min ji hevalan re digot eger Kak Mesûd hevpeymaniya stratejîk (di navbera PDK û YNKê de) hilweşîne jî, ezê daxwaza nûkirina wê heypeymanê bikim, eger derî li pêşiya me bigire jî emê ji pencereyê re herin ba wî!
Mesele bi kurdî û kurtî ev e…
Eger em qebûl bikin ku gazina cenabê te li ser mijara Malikî rast û rewa ye, wê çaxê mafê min heye ku ez bêjim “vê yekê bi biratiya me bibaxşîne, bi yek ji wan başiyên ku me kirine, reş bike”. Min efû bike û dewsa wê li nav dilê xwe nehêle. Nila dîsa em mîna berê bin.
Vê helbestê jî ji min qebûl bike ku bo Şêxê Tem hatiye nivîsandin:
Heyf e çawê ke cefa kollewejî tê deşkan (Mixabin e ew çavê ku bi dara cefayê hatiye birîndarkirin)
To be kilçêwkî wefa eynî gellawêjî nekey (Tu bi wefaya xwe dîsa mîna Gelawêjê geş nekî)
Ez hêvîdar im di nav dilê te de cihê me her bimîne û her bijî bo birayê xwe yê dilsoz
Mam Celal”