Serrûpel Nûçe Bavekî bakurî: Kurê min di zindana YPG de ye û wê bikujin...

Bavekî bakurî: Kurê min di zindana YPG de ye û wê bikujin (vîdyo)

Belav bike

Kurdekî ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê Remezan Çomlek got, kurê wî niha li Girê Spî ligel şervanekî Amedî di zindanê de ye û eger heye ew bê kuştin.

 

Zarokekî Bakurê Kurdistanê di temenê 14 salî de bi navê Murad Çomlek tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû, piştî 3 salan ji şer, niha di zindanên Rêveberiya Xweser de girtî ye û malbata wî ragihand ku metirsî heye kurê wan were kuştin.

 

Bavê Murad, Remezan Çomlek ku xelkê Cizîra Bakurê Kurdistanê ye, li Duhokê tevlî bultena Rûdawê bû û ragihand ku dema kurê wî tevlî YPGê bû, 14 salî bû, lê piştî 3 salan xwest ji YPGê cuda bibe, lê nikaribû cuda bibe û ji ber vê yekê YPGê ew çend caran xistiye zindanê.

 

Remazan Çomlek diyar kir ku beriya 3 salan kurê wî ji bo dermankirina pêyên xwe çûbû nexweşxaneyê lê êdî ew wenegerabû malê û pişt re pê hêsan ku kurê wî li Sûriyê di nav refên YPGê de ye.

 

Çomlek da zanîn ku ew gelek caran ligel hevjîna xwe çûye herêmên Gara, Metînan, Mexmûr û Qendîl û ji berpirsên PKKê xwestine kurê wan nîşanê wan bide lê ew negihîştine ti encamê.

 

Bi gotina Çomlek ew û hevjîna xwe 6 mehan li Çiyayê Gara mane û 5 rojan jî ketine greva birçîbûnê lê dîsa jî berpirsên PKKê kurê wî nîşanî wî nekirine û jê re gotinê kurê wî şandine Rojavayê Kurdistanê.

 

Remezan Çomlek herwiha da zanîn ew çûye 3 mehan li Rojavayê Kurdistanê jî maye da ku kurê xwe bibîne û got dema ku kurê wî hewl dide bireve li Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin û niha kurê wî di zindanên YPGê ye li Girê Spî û ligel şervanekî ji Amedê girtî ye û metirsî heye ku werin kuştin.

 

Bavê Mûrad ji berpirsan xwest ku kurê wî were berdan.