Şandeke Amerîka bi serokayetiya Brett H. McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Şand çûye Eyin Îssa û ligel Encûmena sivîl ya Reqayê û berpirsên YPGê û Hêzên Sûriya Demokratîk civiya.
Şerê Reqa û alîkariya leşkerî ya Amerîka ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk di civîna ligel fermandarên YPG û HSD hatin gotobêjkirin û şanda Amerîka rênmayên xwe pêşkêşî HSD kirin.