Emîndariya giştî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku asayîşa ser bi PYD ve li Tirbe Sipî, îro derdora mala endamê polîtbîroya PDK-S Neşet Zaza girtin, piştre ew revandin û birin cihekî ne diyar.
ENKS daxwaz kir ku ew yekser were berdan û çarenivîsa wî diyar bibe.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, çi were serê Zaza, PYD di ber de berpirs e.
Neşet Zana, hemwelatiyê Almanya ye.