Rûsya li dijî wê yekê ye ku Emerîka raste rast çekan bide YPG û Hêzên Sûrya Demokratîk.
Berdevka wezareta derve ya Rûsya Mariya Zaxarova di daxuyaniyekê de got, nave Emerîka çekdar bide hêzên sûrya demokratîk, divê ew çek bikevin destê hikûmeta Sûriyê.
Di konferanseke rojnamevanî de Zaxarova got, ew çekên ku Emerîka wê bide HSD, divê bikevin destê hikûmet û artêşa rewa ya Sûriyê.
Berdevka wezareta derve ya Rûsya Zaxarova her wiha got, divê Emerîka dest ji wê alîkariyê bikişîne û yekser şandina çekdan ji bo Hêzên Sûrya Demokratîk rawestîne, ku ji aliyê YPG ve tê birêvebirin.