Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim di 3 mîn kongreya awarte ya AKP de axaftineke dirêj pêşkêş kir û têde behsa terorê û rewşa Sûriyê kir.
Yildirim di axaftina xwe de got heta niha metirsî li ser sînorê wan heye û ji nava axa Sûriyê êrîş têne ser wan û terorîst ji Sûriyê derbasî ser axa Tirkiyê dibin.
Serokwezîrê Tirkiyê got heta niha şerê wan bi dawî nehatiye û li herêmê bê Tirkiya ne siyaset tê kirin û ne jî aramî çêdibe, Yildirim dîsa dubare kir û got, tu ferq di navbera PKK, YPG û PYD de tune ye, her sê jî weke hev in, û hemû dinya vê yekê dizane û hêvî kir ku dostên wan vê rastiyê bibînin ku PYD û YPG du rêxistinên PKK ne.