Serrûpel Nûçe “YPG rê li ber vegera 300 hezar koçberên rojavayê Kurdistanê digire”

“YPG rê li ber vegera 300 hezar koçberên rojavayê Kurdistanê digire”

Belav bike

Şêwermendê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, YPGe rê li ber vegera 300 hezar  koçberên rojavayê Kurdistanê digire.

Di simînarekê da  li Waşintonê, şêwermendê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got , wan bi ti awayî danûsitandin digel PYD û YPGê  red nekirne û çend caran Herêma Kurdistanê navbênkarî di navbera wan û aliyên din yên  siyasî de kiriye.

Mesrûr Barzanî behsa şerê DAIŞê kir û got , şikestina serbazî ya DAIŞê nayê wateya jinavbiina wê rêxistinê, lê divê di warê fikrî da  jî şerê wê rêxistinê were kirin.